Em kî ne
Yekîtiya Bijîşkên Rojava rêxistineke bijîşkî ya nevdewletî û bêfêyde ye ku di sala 2014-an de hate damezrandin. Armanca wê ew e; ku piştgirîya profesyonel û bijîşkî ji bijîşkên li Bakurê Rojhilatê Sûriyê û Ewropa re pêşkêş bike. Herî zêde belavkirina guhpêdana tendirustî di navçeyên bi kirîz de. Rêxistina hewl dide toreke hevgirtî ku pisporên bizîşkî yên hundirê welat û derveyî wê bihewîne, da ku kalîteya xizmetên bijîşkî baştir bike û karê profesyonel û bijîşkî pêşve bibe.
Peyama Me
Pêşkêşkirina piştgiriya profesyonel, bijîşkî û mirovahî ji bo bijîşkên Sûriyê û pêşvebirina xizmeta guhpêdana tendirustî û domdar ji bo civakên ku bi şer bandor bûne, herwiha tekezkirina li ser fêrkirina bijîşkî û rahênanên berdewam.
Vîzyona (Nerîna) Me
Rêxistineke avaker û serbixwe ye ku dixebite bo pêşvebirina pergala bijîşkî û piştgiriyê civakên hewcedar, da ku bibe nimûneyek ji karê bijîşkî yê serbixwe li ser asta herêmî û navdewletî.
Nirxên Me
Mirovahî: Armanca karê me saxlemkirina tendirustî û rûmeta mirov e. Em pabendîyê bi pêşkêşkirina guhpêdana tendirustî bêyî tu ciyawazbûnê dikin.
Hevkarî: Em bawer in bi girîngîya karê hevbeş û hevkarîyên aktîv ên di navera kadroyên pizîşkî û civakan de.
Destpakî û hesibadan: Em pabendîyê bi rastîyê dikin derbarê birêvebirina jêderan û biryardayînê de, pê re jî hesabxwestin ji bo cîbicîkirina bawerîyê.
Nermahî û afrandin: Em li gorî rewşan guhêrbarîyê pêk tînin û em çareserîyên afrîner bo derbaskirina astengîyên tendirustî li navçeyên bi şer diafirînin.
Domdarî: Em hewl didin binesazîyeke herêmî domdar ava bikin û parastina serxwebûna sîsytema tendirustî li navçeyên bi rakêşan bikin.
Rêzadarî û Cihêrengî: Em rêzî ji cihêrengiya çandî û civakî re rêz digrin, û em pabendîyê bi avakirina jîngeheke kar ku hemû xebatkar û sûdmendan wergire.
Armancên me
Piştgirî û pêşvebirina kêrhatinên bijîşkên Sûriyê di warê profesyonel û akademîk de.
Pêşkêşkirina xizmetên bijîşkî yên mirovahî û dermankirinê di deverên ku di bin bandora şer û kirîzan de.
- Hevrêzkirina kar di navbera bijîşkan li hundir û li derve de.
Cîbicîkirina bernameyên fêrkirinê û pêşvebirina profesyonel.
Beşdarbûna di avakirin û pêşvebirina binesazîya tendirustî.
Piştgirîkirina penaber û civakên ziyandîtî li Ewropa taybet li Biroksilê.
Tîma kar
Yekîtiya bijîşkên Rojava tîmeke bijîşk û xebatvanên profesyonel werdigire ku bi rûhê yektîmê dixebitin da ku armancên rêxistinê pêk bînin li Rojava û li Diyaspora
