Em kî ne

Yekîtiya Bijîşkên Rojava rêxistineke bijîşkî ya nevdewletî û bêfêyde ye ku di sala 2014-an de hate damezrandin. Armanca wê ew e; ku piştgirîya profesyonel û bijîşkî ji bijîşkên li Bakurê Rojhilatê Sûriyê û Ewropa re pêşkêş bike. Herî zêde belavkirina guhpêdana tendirustî di navçeyên bi kirîz de. Rêxistina hewl dide toreke hevgirtî ku pisporên bizîşkî yên hundirê welat û derveyî wê bihewîne, da ku kalîteya xizmetên bijîşkî baştir bike û karê profesyonel û bijîşkî pêşve bibe.

Peyama Me

Pêşkêşkirina piştgiriya profesyonel, bijîşkî û mirovahî ji bo bijîşkên Sûriyê û pêşvebirina xizmeta guhpêdana tendirustî  û domdar ji bo civakên ku bi şer  bandor bûne, herwiha tekezkirina li ser fêrkirina bijîşkî û rahênanên berdewam.

Vîzyona (Nerîna) Me

Rêxistineke avaker û serbixwe ye ku dixebite bo pêşvebirina pergala bijîşkî û piştgiriyê civakên hewcedar, da ku bibe nimûneyek ji karê bijîşkî  yê serbixwe li ser asta herêmî û navdewletî. 

Nirxên Me

  • Mirovahî: Armanca karê me saxlemkirina tendirustî û rûmeta mirov e. Em pabendîyê bi pêşkêşkirina guhpêdana tendirustî bêyî tu ciyawazbûnê dikin.

  • Hevkarî: Em bawer in bi girîngîya karê hevbeş û hevkarîyên aktîv ên di navera kadroyên pizîşkî û civakan de.

  • Destpakî û hesibadan: Em pabendîyê bi rastîyê dikin derbarê birêvebirina jêderan û biryardayînê de, pê re jî hesabxwestin ji bo cîbicîkirina bawerîyê.

  • Nermahî û afrandin: Em li gorî rewşan guhêrbarîyê pêk tînin û em çareserîyên afrîner bo derbaskirina astengîyên tendirustî li navçeyên bi şer diafirînin.

  • Domdarî: Em hewl didin binesazîyeke herêmî domdar ava bikin û parastina serxwebûna sîsytema tendirustî li navçeyên bi rakêşan bikin.

  • Rêzadarî û Cihêrengî: Em rêzî ji cihêrengiya çandî û civakî re rêz digrin, û em pabendîyê bi avakirina jîngeheke kar ku hemû xebatkar û sûdmendan wergire.

Armancên me

 

  • Piştgirî û pêşvebirina kêrhatinên bijîşkên Sûriyê di warê profesyonel û akademîk de. 

  • Pêşkêşkirina xizmetên bijîşkî yên mirovahî û dermankirinê di deverên ku di bin bandora şer û kirîzan de.

  • Hevrêzkirina kar di navbera bijîşkan li hundir û li derve de.
  • Cîbicîkirina bernameyên fêrkirinê û pêşvebirina profesyonel.

  • Beşdarbûna di avakirin û pêşvebirina binesazîya tendirustî.

  • Piştgirîkirina penaber û civakên ziyandîtî li Ewropa taybet li Biroksilê.

Tîma kar

Yekîtiya bijîşkên Rojava tîmeke bijîşk û xebatvanên profesyonel werdigire ku bi rûhê yektîmê dixebitin da ku armancên rêxistinê pêk bînin li Rojava û li Diyaspora

Dr. Diyar Alrasho

Founder and  External Relations Representative – Rojava Doctors Union

Dr. Diyar Alrasho is a physician and advocate in the fields of health diplomacy and humanitarian work. He previously served as Head of the Hasakah Doctors Union and Representative of Health Syndicates within the Democratic Confederation in North and East Syria.

He also served as General Director of the Heart and Eye Hospital in Qamishlo and has participated in numerous international conferences and humanitarian initiatives in Germany and Europe in support of the

healthcare sector in Rojava .

Kurdish:

D. Diyar Reşo

Damezrîner û Nûnerê Têkiliyên Derve – Yekîtiya Bijîşkên Rojava

D. Diyar Reşo bijîşk û çalakvanek di warên diplomasiya tenduristî û xebata mirovahî de ye. Berê wezîfeya Serokê Yekîtiya Bijîşkên Hesekê kiriye û her weha wekî Nûnerê Sendîkayên Tenduristiyê di Konfederasyona Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de xebitiye.

Her weha wezîfeya Giştî ya Nexweşxaneya Dil û Çav a Qamişloyê kiriye û di gelek konferansên navneteweyî û çalakiyên mirovahî de li Almanya û Ewropayê beşdar bûye ji bo piştgirîkirina sektora tenduristiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Scroll to Top